Efrîn.. Piştî çinîna hinaran dest bi çandina berhemên zivistanê kirine

Efrîn.. Piştî çinîna hinaran dest bi çandina berhemên zivistanê kirine

Nov 06 2023

Li herêma Efrînê Rojavayê Kurdistanê ye, çotkarên kurd dest bi çandina berhemên keskayî yên zivistanê kiriye.

Yek ji çotkarên kurd îro 6ê Cotmeha 2023yan, taybet da zanîn: Ji dawiya meha Cotmehê û destpêka meha Mijdarê dest bi çandina curnên berhemên zivistanên dikin, her sal piştî çinîna hinaran û hevdemê çinîna zeytûnan tê.

Derbarê astengiyan, çotkarê kurd bal kişand ser wê yekê ku têçûna xizmetguzariyê weke avdan, reşandina dermanan û buhabûna nirxê hemû kelûpelan pişta wan şikandine, nexasim li hin gundên Şêrawa, Cindirêsê û Celemê ew kirîz heye.

Çotkarekî din tekez kir ku bêparbûna wan ji ava çemê Efrînê ew neçar kiriye ku wezeya elektirîkê bi kar bîne, ji ber ku hem sotemenî buha ye û hem têçûna avadanê zêde ye.

Jêderê anîn ziman ku ew berhemên xwe li bajarê Efrînê û navçeyên wê difirşin û berhema zêde li Ezaz û Idlibê difiroşin.

Herêma Efrînê bi dar û berên xwe navdar, 18 melyon darên zeytûnan li xwe digire, ji bilî wê bi dehan curên darên din tê de hene, jêdera serek ya kurdan çandî ye, lê bacên ku komên çekdar disepînin û bildinbûna keresteyan barên cotkaran zêde kirine,

346