Di kêmtirî 2 mehan de .. 4 teqîn li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatin rûdan
Jan 07 2024
Li bajarê Efrîna rojavayê kurdistanê teqînek rû da û di encamê de jimareyek sivîl birîndar bûn.
Jêderên xwecihî ragihand ku roja Înê 5ê Çileya 2024an bombeyeke çandî li nêzîkî nanxaneya Ebî Îmad li kolana Raco teqiya.
Ji aliyê xwe ve jî Tîma Berevaniya Sivîla Sûrî tekez kir ku di encama wê teqînê de zarokek û du zilam bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin ,serbarî rûdana ziyanên madî li cihê teqînê.
Di dawiya sala 2023an 3ê teqînli bajarê Efrîna rojavayê kurdistanê hatin rûdan û di encamê de jimareyek sivîl ku zarok jî di nav wan de hebûn navbera kuştî û birîndar bûne qurbanî.
226
