PDK-Sê dê salvegera koçadawiya hunermendê navdar Se'îd Gabarî vejîne

PDK-Sê dê salvegera koçadawiya hunermendê navdar Se'îd Gabarî vejîne

May 03 2021

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya dê salvegera koçadawiya hunermendê navdar Seîd Gabarî vejîne.

Rêxistinên Hewlêrê yên PDK-Sê di giştnameyekê de ragihand ku siba roja Sêşemê 4ê Gulanê dê salvegera yekem ya koçadawiya hunermendê Kurdistanî Seîd Gabarî vejîne.

Rêxistinên PDK-Sê da zanîn ku merasêmên vejandinê dê demjmêr 4ê piştî nîvro li gundê Mela Umer yê derdora Hewlêrê bi rê ve biçin.

Hunermed Seîd Gabarî di 4ê Gulana 2020an de ji ber nexweşiyekê li Hewlêrê çû ber dilovaniyê Xwedê, li paş xwe nivîsgehek dewlemed ji hunera kurdî hişt, li ser temî û wesiyetên wî li Mela Umer hat bixakspartin.

Ş.E

518