
Heleb .. Rêjîm malên sivîlan dirûxîne
Jan 15 2019
ARK NEWS .. Li bajarê Helebê rêjîma Esed dest bi rûxandina malên welatiyên sivîl kiriye , da ku pirojeyên xwe bibin serî .
li gor malperên ser bi opozisyona Sûriyê ragihandine, ku rêjîma Esed li taxa Sikerî ya Helebê hin avahiyên welatiyên sivîl rûxandin , da ku pirojeyên taybet bi Ramî Mexlûf li şûna wan avahiyan de cîbicî bikin .
Li gor heman jêderan ku rêjîma Esed ji xelkê wê taxê re gotiye, ku mebest ji rûxandinê da ku ew avahî bi xwe nayên hilweşandin û rûxandin, lê mebesta rasteqîna ji wê yekê ew e da ku pirojeyên taybet bi kurê xalê serokê rêjîmê Ramî Mexlûf li şûna wan avahiyan de warin cîbicîkirin.
Ş.E
521