
Efrîn .. Hilmetek girtin û binçavkirinê .
ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê zincîra girtin û binçavkirina welatiyan berdewam e, ya herî dawiyê dewriyek hevbeş ji artêşa Turkiyê û girûpên çekdar û polîsên leşkerî bi hilmetek girtin û binçavkirinê li navçeya Mabeta rabûn, herwiha li navçeya Şiyê jî girûpa çekdarên Elemşat hijmarek i welatiyên kurd li navçeya Şiyê girtin ji wan du Karmend bûn .
Li gor jêdereke taybet ji nav bajarê Efrînê ji ARKê re ragihandiye ku duh roja înê 11/1/2019 girûpa çekdarên Elemşat hijmarek ji welatiyên navçeya Şiyê ya Efrînê girtin ji kesên hatine naskirin Ehmed Mihemed Kalo ku bi xwe di navenda perwerdeyê de kar dike û Mihemed Coco ew jî di navenda nasnameyan de kar dike .
Jêderê harwiha da zanîn ku jibilî navçeya Şiyê li navçeya Mabeta jî hilmetek girtin û binçavkirinê duh 11/1/2019 destpê kir ku ji aliyê dewriyek hevbeş ji artêşa Turkiyê girûpên çekdar û polîsên leşkerî hatibû encamdan û hijmarek ji welatiyên sivîl bi taybet li gundê Qenterê girtin û binçav kirin .
Jêdera nexwestiye navê wî were eşkerekirin amaje pê kir û tekez kir ku hilmeta girtin û binçavkirina weltiyên sivîl ji despêka derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar ji bo Efrînê berdewam e ku tometên cuda cuda yên dûr ji rastiyê li ser wan desepên da ku xwe bighînin merem û armancên xwe ji xwestina pereyan li hember serbestberdana wan girtiyan .
Ji ber kiryar û binpêkirinên girûpên çekdar li Efrînê bi dehan malbat ji Efrînê bi neçarî ji Efrînê derketin û berê xwe dan Turkiyê û herêma Kurdistanê û li şûna wan de ereb hatin bicîkirin û piroseya guhertina demoxrafiya Efrînê roj bi roj mezintir dibe û xelkên resen yên kurd êdî bûne kêm netewe .
Ş.E
407