QSDê piştevaniya tîma rêjîma Sûriyê ya topa yê dike .

QSDê piştevaniya tîma rêjîma Sûriyê ya topa yê dike .

Jan 08 2019

ARK NEWS .. Piştî 8 salan ji şerê Sûriyê û kuştina bi sed hezaran ji xelkê sivîl û koçberkirin û derbiderkirina bi melyonan ji xelkê Sûriyê carek din hewlên dûbarevegera têkilî û peywendiyan bi rêjîmeke dîktator têne kirin ku ji aliyê xwe ve ew rêjîm bi çi şêweyî dixwaze pelka xwe li pêş cîhanê spî bike û xwe gunehkar derxîne .

Di vê dema dawiyê de wek çespandinkê ji cîhanê re ku li Sûriyê rewş aram û hemû çalakê tê de birêve diçin rêjîma Sûriyê beşdarî di Cama Asiya de kir û serokê rêjîma Sûriyê ku bi destê wî bi sedan ji werzişvan hate kuştin û bi sedan wendabûy û binçavkirî hene herwiha bi dehan ji xelkê sivîl yên herêmên Rojavayê Kurdistanê di 2004an de di raperînê de şehîd bûn, Beşar Esed piştevaniya xwe ji wê bijardeya Sûriyê re da xuyakirin .

Kiryar û sitemkariya rêjîma Sûriyê di 2004an de ji ber neçadperestiya rêjîmê û şebîheyên wê û kînek ji serkeftinên herêma Kurdistanê û şakandina rêjîma Bas a diktator li bajarê Qamişlo di lîsteke navbera tîma Cîhad a Kurdî û tîma Fitûwa ya Dêrezorê xelkê parêzgeha Dêrezorê û şebîhayên ewlehiyê bi kevrian li ber xelkê sivîl rawestiyan û piştre bi guleyan xelkê bajarê Qamişlo kirin armanc û bi dehan şehîd bûn û ew yek ji bo raperîneke hate veguhestin û li hemû bajarê kurdî li Rojavayê Kurdistanê raperîn rabû .

Piştî van kiryaran rêveberê navenda ragihandinê ya çekdarên Sûriya Demoqratîk piştevaniya xwe ji bijardeya Sûriyê ya topa pê helbijardeya ku ya bermêlan tê naskirin da xuya kirin .
Mustefa Balî rêveberê navenda ragihandinê ya QSDê li ser rûpela xwe ya fermî belav kir tê de bê ku hurmeta şehîdên 2004an yên ku bi destê heman rêjîmê û di çalakiyek werzişî de hatibûn şehîdkirin bigire piştevaniya xwe ji wê bijardeya rêjîma Sûriyê re anî ziman .

Wek çawa pêşewaziya serokê rêjîma Sûriyê ji tîma Sûriyê bû cihê rexenê li cem çalekvanên Sûriyê herwiha piştevaniya Balî li cem kurdan bû cihê rexnê û nameyak ji kesên piştevaniya bijardeya bermîlan dikin re şandin û vîdyo sala 2004an ya bajarê Qamişlo li ser torên civakî belav kirin û di wê de çawa neçadperestan û şebîheyên rêjîmê bi kîn û zikreşiyek mezin bi kurdên bi tenê hatine li tîma Cîhad ya kurdî temaşe bikin diyar kiribûn ji ber ku bi tenê kurd bûn û xelkê ereb û ewlehiya rêjîma Sûriyê kîna xwe li hember serketinên herêma Kurdistanê û şikandina rêjîma diktator li Îraqê di serê kurdên Rojavayê Kurdistanê derbirandibûn .

Ş.E

508