Serkirdeyekî PKKê: Em ê dijî her hevpeymaneke li dijî Îranê be, derkevin

Serkirdeyekî PKKê: Em ê dijî her hevpeymaneke li dijî Îranê be, derkevin

Jan 06 2019

Serokê hevbeş yê Desteya Cîbcîkar ya KCK û serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik ragihand ku Emerîka hewla avakirna hevpeymaneke nû li dijî Îranê li navçeê dide ku ji Îraq, Turkiye û kurdên li dijî Îranê pêk tê, lê PKKê wê yekê qebûl neke û nahêle hewla wê biçe serî.

Tişta ku balkêş e di hevpeyvîna Bayik de , ku ji raghandina PKKê re daye, û bi taybetî jî, ajansa nûçeyan “Frat”, ku mîna berdevkê fermî yê PKKê ye, ev paregirafa ku behs dike ku PKKê wê li djî hewla Emerîka rawestin, tenê di beşê zimanê turkî yê ajansa PKKê de heye lê ew paregraf di herdu beşên erebî û kurdî bi herdu zarafayên kurdmancî û soranî de, reşkiriye.

Serkirdeyê PKKê Bayik da zanîn ku, Emerîka hewl dide kurdan jî bikşîne nav wê hevpeymaniyê, ku li dijî Îranê ye û ji Turkiyê û Îraqê pêk tê, û got ku ew nahêlin ew yek bi cî bibe û ew ê li dijî Emerîka bi hemû şiyanên xwe ve rawestin.
PKKê peywendîyeke bi hêz li gel herdu Rêjîmên Îran û Sûriyê ji salên heştiyan ve heye .

589