Şerê Nusra û Zinkî bandora nerînî li ser Efrînê kiriye .

Şerê Nusra û Zinkî bandora nerînî li ser Efrînê kiriye .

Jan 06 2019

ARK NEWS .. Piştî şer û pevçûnên giran nevbera çekdarên tevgera Nûredîn Zinkî û çekdarên Eniya Nusra ku nav li xwe kirine Desteya Tehrîr Elşam li gundewarê Heleb a Rojhilat desteya Tehrîr Elşam deverên ku di bin kontrola Zinkî de bûn xistine bi destê xwe de, û riyên ku Herêma Efrînê û bi wan deveran re girê dide û vekirî ne herwiha kela Semanê ya herêma Efrînê û gundên wê û dergeha gundê Xezawiyê ketin bi destê nesra de .

Ajansa Îba ya ser di desteya Tehrîr Elşam de duh 5/1/2019 wêneya ji nav kela Semanê ya Efrînê û dergeha gundê Xezawiyê ya ser bi navenda Efrînê ve belav kirine, ku xistine bin kontirola xwe de û ew şûn wek hevsînor navbera herêma Efrînê û gundên Helebê ne.

Bi wê yekê deverên di bin kontirola çekdarên tevgera Nûredîn Zinkî ku piraniya wan turkmanin dikeve destê nusra de û di encam de çekdar bi malbatên xwe ve berê xwe dane gundên Efrînê wek Basûtê û gundê Şêrawa .

Herwiha riya çûn û hatina barhilgirên sûtemeniyê kete di bin destê Nusre ku metirsiyek ji encamên xirab ji wî şerî li ser Efrînê çê dibe .

Jêdereke taybet ji gundê Şêrawa ji Efrînê îro 6/1/2019an ji ARKê re ragihand ku heta duh bi şevê şer û pevçûnên giran nevbera girûpan de berdewam bû û ew yek metirsiyek li cem xelkê wan gundan çêkirye .

Çekdarên Tehrîr Elşam perçevîdiyo belav kirin tê de zîndanek ji çekdarên tevgerê kontirol kirine û beşek ji wan girtiyên xelkê navçeya Cindirêsê yê Efrînê ne.
Li gor berpirsê ku bi girtiyan re diaxife dibêje eger tuştek li ser we tune be dê di çarçoveya 48 demijmêran de serbest berdin .

Kela Semanê yek ji girînktirîn şûna geştuguzariyê li herêma Efrînê bû û di dema rêjîma Bas de wek guhertinek demuxrafiya Efrînê kela Semanê ji cuxrafiya Efrînê derxist û xiste ser bi gundên Helebê ve.
Şerê ku niha rû dide li ser sînorê gundên Efrînê û Daritizê û gundên Semanê bûye cihê nerihetiya welatiyên Efrînê .

Ş . E

382