Malbateke efrînî rastî pêlikirinê ji otombêla nijadperestekî elman ve hatin
Jan 03 2019
ARK NEWS .. Hikûmeta Elmaniya welatiyekî elmanî bi tometa rabûna bi karekî nijadperestî derheqê penaberan de di serê sala 2019an de binçav kir .
Lo gor navenda polîsan ragihandiye ku weltiyekî elmanî yê 50 salî di serê sala nû de dema xelk bi ahanga sala 2019an de bûn bi otombêla xwe pê li hijmarek penaber kir.
Di nav wan penaberên ku rastî pêlikirinê hatine ji bilî kesekî evexanî malbateke ji navçeya Şiyê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî hebûn, û niha li nexweşxaneyê çareseriya xwe ya tenduristî dibînin .
Ş.E
497
