Sûriya .. Lehiyê ziyaneke mezin gihand derbirderan
ARK NEWS .. Ji ber barîna baraneke bihêz li seranserî Sûriyê û bi taybet li Bakurê Sûriyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê lehî rabû di encamda ziyaneke mezin gihişt mal û milkên sivîlan.
Yên herî zêde ziyan ji lehiyê dîtine derbider bûn ku di encama wê lehiyê de kon û çadirên wan binav bûn û kel û pelên wan dibin avê man û tu kes bi hawara wan ve neçû .
Li gor perçevîdyoyên li kampa derbiderên ereb yên li Atmê li parêzgeha Îdlibê hatine belavkirin tê de keraseteke mirovî ji ber rabûna lehiyê di nav kampê de çê bûye û hemû kon û malên derbideran di bin avê mane û kel û pel û pêdiviyên wan têkçûne ku careke din nayê dûbara bikaranîn .
Kampa Atmê ya li parêzgeha Îdlibê derbiderên ereb li xwe digre û ji ber bilindbûna asta ava çemê Efrînê ku ew kamp hevsînore bi gundên Efrînê re lehî rabû û konên li nav zeviyên çandiniyê de hatine vedan binav bûn .
Derbiderên ereb hawar xwe gihandin aliyên berpiris, hikûmeta Turkiyê û rêxistinên mafê mirovan lê tu kes bi hawar wan ve neçû û rewşa wan ji ber wê yekê roj bi roj xerabtir bû .
Di heman heftiyê de li derdora parêzgeha Helebê ji aliyê bakur ve ji ber barîna baraneke bihêz mal û konên derbiderên kurd yên Efrînê di nav avê de man.
Derbiderên kurd gilî û gazinên xwe gihandin aliyên berpirs bê ku tu kes bi hawar wan ve jî were.
Ş.E
819
