Efrîn .. Welatiyekî gundê Qêsim ji mayînekê rizger bû û yek rastî êrîşê hat
Şeva Înê 21\6\2018 girûpek ji çekdarên Feyleq Elşam êrîşî mala welatî Hisên Dîko li gundê Qêsim yê navçeya Raco ya Efrînê kirin û mala wî dizîn .
Jêderek taybet ji gundê Qêsim ji dezgeha ARKê re ragihand ku Hisên Dîko û hevjîna wî ji aliyê çekdarên Feyleq Elşam ve hatin girêdan û piştre mala wan hate dizîn . Her li gorî jêderê ku temenê Hisên Dîko 90 salî ye .
Her li gundê Qêsim yê Raco welatiyek ji teqîna mayînekê rizgar bû jêdereke din ji heman gundî ji ARKê re dazanîn ku welatiyê bi navê Sîdo Sîdo Dîko dema zeviya xwe diajot mayînek li ser terektora xwe dît lê ew mayîne ne teqiya piştre yekser berê xwe da gundê çiyê û endeziyarek pispor di mayînan de bi xwe re anî û ew mayîn jêbirin û têkbirin.
Gundê Qêsim yek ji gundên ku hijmarek welatî ji ber teqîna mayînan de şehîd bûne û beşek ji wan birîndar bûn.
ŞÊXO EFRÎNÎ
700
