Kongirekî Neştergeriya Damaran li Gundewarê Idlib hat li dar xistin

Kongirekî Neştergeriya Damaran li Gundewarê Idlib hat li dar xistin

Dec 08 2018


Wezîrê tendiristiyê yê desthilata demkî Dr Mihemed Firaz Elcindî tekez kir ko guhdaneke taybet ji hêla desthilata demkî bi bilindkirina asta guhdana tendiristî li herêmên rizgarkirî heye, ku kongir û simînarên zanistî lidar dixîne û dibîne ko ew dê bandoreke erênî li karta bijîşkiyê bike.

Ew hat di paş vekirina kombenda neştergeriya damaran ji kongirê xwe yê yekem re li nexweşxana navendî ya bajarê Meeret Elnûman li gundewarê Idlib duhî pêncşembê , bi serpereştiya wezareta tendiristî ya desthilata demkî û yekîniya hevrêzkariya piştgiriyê çêbû.

Di nava Kongir de gerên meydanî yên doktorên neşterger yên beşdar û digel wezîrê tendiristî çêbûne, ko serdana hin rewşên aloz û rewşên taybet kirine, Elcindî got ku amanc ji kongir ew e, dîtina awayên pêşvebirina operasiyonan li ser asta neştergeriya damaran.

Bal kişand ser ko bi sedema êrîşên firokên rêjîmê û yên Rûsya li ser malên niştecihan û yên zindîdar li herêmên rizgarkirî hin rewşên aloz hene û bêtir got ku bijîşkên li kongir beşdar bûne hewil dane pêzanînên pisporiya xwe bi hev re parve bikin tako bigehêjin baştirîn encaman di vê rewşa cengê de.

Destnîşan kir ku kongir yek ji çalakiyên wezareta tendiristiyê ye ji bo çalakkirina karta tendiristî li herêmên rizgarkirirî, yên ko hêj rewşên bombebaranê dibînin bi sedema ko rêjîm peymana Idlibê binpê dike.

Herêmên rizgarkirî di rewşeke nebaş de dijîn ko xizmetên bijîşkî kêm in û navendên bijîşkî û nexweşxane bi şêweyekî rêbazkirî ji hêla firokên rêjîmê û hevalbendên wê têne amabckirin, û bû sedem ko bi sedan ji kar derketine hem jî kadirên wan yên bijîşkî şehîd ketine.

j.Hevpeyêmanî

490