Ziman 9 ..  ZİMANÊ FERMÎ  Û ZARAVAYÊN Wî

Ziman 9 .. ZİMANÊ FERMÎ Û ZARAVAYÊN Wî

Aug 08 2019

ZİMANÊ FERMÎ Û ZARAVAYÊN Wî
Bavê Saman 8/8/2019 Efrîn

Li ba her gelekî zimanê fermî heye û zimanê ne fermî heye yê ku girêdayî devokên herêmî çi li ser asta xaknîgarî dibe û çi li ser asta cudahiyên civakî dibe. Di her zimanekî de çendîn zarav û devok jî hene, di hundir zaravayekê de gelek devok tên dîtin. Gelo zimanê fermî yan serdest çiye?!

Li her welatekî şêweyek ji zarav yan devokek bibandor di warê civakî, aborî yan rewşenbîrî de hatiye spandin ji aliyê deselat û statuya serdest ve, ew jê re dibêjin zimanê fermî yan serdest yan standard. Bo nimûne zimanê erebî yê fermî zimanê Qureyş bû ji ber ku ew serok û serwerên wê demê bûn ji aliyê civakî, aborî û siyasî ve di nav hemû êl û hozên ereban de, lewma ew zarav hatiye hilbijartin û spandin ji aliyê hemû ereban ve.

Ji aliyekî din ve bi derbasbûna demê re gelek şêweyên fermî yên erebî hatine afirandin û çendîn zarav û devok jî li her welatekî erebî peyda bûne li rex erebiya fermî mîna erebiya Sûrî, erebiya Misrî, Siûdî, Mexrîbî, Îraqî, Lubnanî, ... hwd. Helbet, di hundir her erebiyeke fermî de jî çendîn zarav û devok jî hene, bo nimûne li Sûriyê zaravaya Şamî şêweyek civakî fermî û pejirandî biriye li ser asta Sûrîyê bi tevahî heta di zincîr û drama de jî cihê xwe girtiye li ser asta gelek welatên erebî jî. Wekî din, gelek zarav û devok jî li Sûriyê hene, lê ew xwecihî ne mîna Beravî, Helebî, Dêrî yan Şawî,... hwd.

Wekî din zimanê înglîzî jî wek zimanê erebî şêweyek standard bi dest xistiye. Zimanê îngilîzî yê serdest ew e zimanê ku ji devokên înglîzî yên li derdora Londonê kişiye û bi derbasbûna demê û dîrokê re hatiye guhartin û bikaranîn li dadgeh, dibistan, zanîngeh û di rojnamegeriyê de jî ji aliyê xwendevan, parêzer, zana, nivîskar û rojnamevanan. Ji ber ku ziman diyardeyeke civakî û çandî ye girêdayî nirx û binesaziya civakê, lewra zimanê înglîzî yê standard bûye şêweyê zimanî yê herî pêwîst di nav hemû zaravayên înglîzî yê din.

Îngilîzîaxivên standard bi derbasbûna demê re gelek sûdên civakî, aborî û siyasî jê wergirtine ji ber ku ew xwedî asteke bilind e, her wiha, ew bi zimanekî pak, rast, xweş û şîrîn tê zanîn. Zimanê înglîzî yê fermî bûye zimanê rewşenbîr û xelkên ji tex û çînên bilind di civakê de li paytexta şaneşîna Brîtanyayê, Londonê. Bê gûman, di hundir zimanê îngilîzî de hin cudahiyên herêmî hene girêdayî hin bêjeyan, rêziman, bilêvkirin û hin wateyan mîna îngilîziya Skotlandî, Emerîkî, Kenedî, Australî, her wiha, îngilîziya Efrîqî.

Lê belê, dimîne ew zimaneke ji ber ku hemû axivên wan zarav û devokên îngilîzî ji hev tê digihin û bi hev re didin û distîin. Heman tişt li ser zarav û devokên kurdî, erebî, farisî, tirkî û hemû zimanên cîhanê tê meşandin. Wekî din heger du zarav yan devok ji hev du tê negihin, wê hîngê ew ne zaravayên zimanekî ne, ew zaravayên du zimanên cihê û ser bi xwe ne.

Zimanê kurdî jî mîna erebî û îngilîzî û hemû zimanên cîhanê gelek zarav û devok tê de peyda bûne mîna kurmancî, soranî, zazakî, hewramî. Di her zaravayekê de jî çendîn devok hene bo nimûne di kurmancî de bi sedan devok hene; hemû devokên kurmancî ji hev tê digihêjin tevî ku hin cudahî hene derbarê bikaranîna hin bêjeyên taybet yan derbarê bilêvkirina hin dengan. Wek mînak, peyvdarên devoka Efrînî bi hêsanî ji devoka Kobanî tê digihêjin, her wiha, ew jî ji aliyê xwe ve bi hêsanî ji devokên Cizîrî tê digihêjin. Heman tişt li ser devokên kurmancî yên li Bakur tên meşandin her çend aksenta her herêmekê ciyawaz e û xwedî hîn peyvên taybet û xwecihî ne, lê dîsa ew devokên kurmancî ne û hemû xelk bi hêsanî ji hev fam dikin.

Lê gelo çima kurmancî ji dimilkî yan zazakî hinekî cuda ye?! Çima ewqas dûrketin û guhartin ketiye navbera wan?! Çima peyvdarên herdu zaravan ji hev bi hêsanî ranakin û tê nagihijin?! Bê gûman li hin deverên sînordar di navbera kurmancîaxêv û zazakîaxêv ji ber ku kurd têkildar in û ji hev nêzîk in, ew dikarin ji hev fam bikin, her wiha bidin û bistînin. Lê belê pirsgirêk ne di wir de ye di navbera herêmên ji hev dûr, gelo çima?!

Ew jî ji ber nebûna deselatekê da ku zimanekî kurdî fermî û serdest bike zimanê dibistanê li ser hemû kurdan were spandin.

Wek ku çawa kurmancî û zazakî ji hev dûrketine,kurmancî û soranî jî ji hev dûrketine ji ber heman sedemên navborî ; ji ber ku kurd her tim di şer û cengên giran de bûn ji bo destxistina mafên gelê kurd, lewra herdu zarav bi serê xwe pêşketinê û hatine guhartin bêyî tu hewldanên nêzîkbûnê werin avêtin her çend rewş li Başûr cuda bû ji beşên din, wate, zimanê kurdî ji despêka damazirandina dewleta Iraqê 1920 de bûye zimanê fermî, lê belê tenê li deverên soranîaxêv. Lewma, soranî bûbû zimanê wêjeya kurdî li Başûr, lê kurmanciya Bahdînî li şûn mabû û di bin bandora erebî de gelekî maye.

Bê gûman devoka Bahdînî jî kurmancî ye tevî ku hin cudahî hene derbarê hinek binesazî, dengsazî û watesaziyê ve, lê ew dimîne devokek kurmancî ye hemû kurmancîaxêv bi hêsanî ji hev radikin û tê digihêjin. Helbet, pirbûna zarav û devokên kurdî dewlemendiyê dide zimanê kurdî, her wiha, ew nîşana zindîbûn, pêşketin û guhartina zimanê kurdî ye.

Vêca, hebûna zimanekî fermî, yan zaravayeke serdest, yekgirtî û standard ji bo têgihiştin û gihandina tevahiya civak û neteweya Kurd erkek niştimanî ye da ku hemû kurd bi hêsanî bi hev re bidin û bistînin.

Li gel ku zimanekî serdest û hevbeş li çar beşên welêt tune ye, lê me xwestî nexwestî îro zimanê ragihandin û rojnamegeriyê çi kurmancî û çi soranî bûye zimanê kurdî yê fermî û nivîskî, her wiha, hemû kurdên rewşenbîr, helbestvan, rojnamevan û nivîskar bi hêsanî bi herdu zaravayên xwe dikarin binivîsin û ji hev tê bigihin û bidin û bistînin li ser kenalên ragihandinê, her wiha, li ser torêyên medyaya civakî tevî ku herdu alfabeyên kurdî cuda ne ; latînî û aramî yan erebî.

Li dawiyê, zimanê serdest bi xwe zaravayek fermî ye tu carî ji tu devok û zaravayên din ne çêtir û bilindtir e û ne jî bi hêztir e ji ber ku li gor nêrîn û dîtina zimanzanên cîhanê hemû ziman û zaravayên wî wek hev in ne kêm û ne zêde ; ew hemû bi heman erk û peywir radibin.

Lê belê, ew şêwe ji zaravaya serdest û fermî şêweyek pak, parzandî, pejirandî û veqetandî ye yan ji aliyê gel û deselat ve hatiya hilbijartin yan jî ji aliyê, wêje, ragihandin û rojnamegeriyê ve hatiye pejirandin wek rewşa zimanê kurdî yê şêweyek fermî biriye li ser kenalên ragihandinê.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

827