Iraq pişinyara dadgehkirina çekdarên DAIŞê dike

Iraq pişinyara dadgehkirina çekdarên DAIŞê dike

Apr 11 2019

Hikumeta Iraqê pişinyarek radestî hevpeymanya navdewletî ya li djî DA'IŞê kir têde daxwaza dadgehkirna hemî çekdarên DA'IŞê yên ku li Sûriyê hatine girtin beramberî 2 milyar Dolar lê .

Berpirsekî Iraqî pile bilind ji ajansa Firanis Prês re raghand ku Iraq pişinyara dadgehkirna çekdarên DA'IŞê yên ku neha li cem çekdarên PYDê û QSDê ne kiriye beramberî 2 Milyar Dolar .

Her li gorî ajansa navbûrî ku hikumeta Iraqî pêşbînî dike ku nêzîkî hezar çekdarên DA'IŞê li Sûriyê girtîne ûpîwîsta wan bi 2 Milyar Dolar heye eger ew wan dadgeh bikin li ser xaka Iraqê .

Navbûrî tekez kir ku çekdarên DA'IŞê yên ku li Sûriyê ne xudan regeznameyên 52 welatane lewma wan pişinyara xwe radestî hevpeymanya navdewletî ya li djî DA'IŞê kir lê ta neha tu bersiv nedaye wan .



511