5 roj in komkirina alîkariyan li Nivîsgeha Rêxistinî ya PDK-Sê berdewam e

Feb 13 2023

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê di komkirina alîkariyan de bo ziyandîtiyên Efrîn û Cindirêsê berdewam e.

Ji dema ku serkidayetiya PDK-Sê li Herêma Kurdistanê banga komkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên Efrînê û Cindirêsê daye, ta niha hilmetên komkirina alîkariyan li Hewlêr, Duhok, û Ewropayê berdewam dikin.

Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Hewlêrê serbarî yên li parêzgeha Duhokê pêşwazî li bexşînerên zîyandîtiyên erdheja Efrîn Cindirêsê li Rojavayê Kurdistanê dikin.

Li gorî nûçegîhanê me daye zanîn ku rojane hejmarek mezin ji pexşîneran berê xwe didin nivîsgehên PDK-Sê da ku bi hawara zîyandîtiyên Efrînê û Cindirêsê ve biçin.

Îro jî li gorî nûçegîhanê me gotiye ku li Hewlêrê li nivîsgeha Rêxistinî ya PDK-Sê hilmet berdewam dike û şênî berê xwe didin nivîsgehê da ku alîkariyan bidin.

364