ENKSê banga vejandina bîranîna teqîna Qamişlo dike
Jul 28 2018
Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê bang li xelkê Qamişlo yê bi rûmet dike ku îro bi germî beşdariyê di salvegera dûyem ya teqîna bajarê Qamişlo de bikin û şehîdên xwe bi bîrbînin.
Komîta amadekar ji bo vejandina salvegera teqîna Qamişlo ya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê li Qamişlo bang li xelkê Qamişlo kir da ku îro demijmêr şeş û nîvê êvarî beşdarî çalakiya salvegera teqînê li cihê wê bibin.
Teqîna Qamişlo di 27\7\2014an de bû û bi dehan şehîd û birîndar bûn.
610
