Rêxistina Libnanî ya Partî Demoqratî Kurdistan – Sûriya salnameya xwe ya sala 2019 derxist
Di gel hatina sala nû ya zaynî , Rêxistina Libnanî ya Partî Demoqratî Kurdistan – Sûriya salnameya xwe ya sala ( 2019 ) ya zaynî ku dike ( 2719 ) Kurdî , bi zimanê Kurdî belav kir .
Nexşeya Roznameya Rêxistina Libnanî ya Partî nexşeya Kurdistanê û wêneyê Mela Mustefa Barzanî û Mesûd Barzanî û hinek dîmenên Efrînê di gel hinek girte û dîmenên binpêkirinan li Efrînê ji aliyê girûpên çekdar ve li xwe digre .
Bi vê boneyê Rêxistina Partî li welatê Libnanê , pîrozbahiyê li hemû serkirde û endamên rêxistinê dike û hêviya sala nû xêr û xweşî û aştî be û tendirustiyeke baş û saxlem ji Serok Barzanî û miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê û li hemû cîhanê re xwest .
R .O
905