Kongirê Yekîtî Kurdistanî – Sûriya bi dawî hat
Roja 23,12,2018 kongira Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriyê bi dawî hat û navê xwe û cêgirê wî jî guherî .
Navê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûryê bû û nihajî bi biryara kongir bû Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriya û Silêman Oso li cihê Ibrahîm Biro bû sikirtêr û Ebdela Ocê li cihê Hesen Saleh bû cêgirê wî .
Kongirê Yekîtî sikirtêr û (19) Endamê Komîta Siyasî û (2) Endamê din jî wek yedig hatin hilbijartin û diyarî kirin .
Kongirê Yekîtî bi sîstemekî nû hat li darxistin ew jî sîstema jorên eliktironî li ser malpera Soşiyal Mîdiya ( jorên Sikaypî ) û bi navên jora Kurdistana Sûriyê li Qamişlo û roja Herêma Kurdistanê li Hewlêrê û roja Turkiyê û roja Ewropa li Elmaniya hat encam dan .
Di kongira Yekîtî de , 166 endam di riya van her çar rojan re weke nûnerên deste û Rêxistinên Yekîtî bejday kongir bûn .
Piştî gotûbêjî û rewşintengî zêdetirî (70) demijmêran , dawî bi kongirê hat û Silêman Oso bi (19) dengî ji eslê (166) dengê bû sikirtêr û li cihê Ibrahîn Biro rûnişt û rikeberê wî Ebdulsemed Xelef Biro bû ( 72) deng bi dest ve anî .
Herwiha Ebdela Ocê mîna cêgirê sikirtêr hat û li cihê Hesen Saleh .
Endamê Komîta Siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî - Sûriya evin :
1. Ibrahîm Biro
2. Hesen Saleh
3. Marûf Mela Ehmed
4. Fûad Elîko
5. Ebdela Kido
6. Merwan Îdê
7. Ebdilsemed Xelf Biro
8. Ebdilîlah Ocê
9. Silêman Oso
10. Mihemed Mustefa
11. Micdil dilê
12. Nefîsa Şimûnî
13. Nisrîn Çeto
14. Wês Şêxê
15. Esmaîl Reşîd
16. Fehed Şêx Seîd ( bavê Şêro )
17. Newaf Reşîd
18. Enwer Naso û sbrî Mîrza û dektor Zara Saleh û Mehemed Xêr Benko û Ebdilrehman Kilo ( 2 Elecna Elsiyasiya )
19. Ferhan Merê
20. Ebdilbaqî Yûsif .
Li gor jêderne ji nava kongirê , Rêxistina Yekîtî li Ewropa dê bi sîstema kota (2) Endamê Komîta Siyasî ji xwe re helbijêrin û (3) Endamê Komîta Navendî .
Ku pêk tên ( 5) Endamên Serkirdayetiya Ewropa ewjî ( Ano Naso û Sebrî Mîrza û Dektor Zara Saleh û Mehemed Xêr Binko û Ebdilrehman Kilo ) û dibe ku komîta navendî li cihê (2) endama (3) Endamên Komîta Siyasî bide Rêxistina Ewropa ya Yekîtî.
Rêxistina Partiya Yekîtiya Kurdistaî – Sûriya pêk tê rêxistinên hundur angu Rêxistinên Kurdistana Sûriyê û Rêxistinên Herêma Kurdistan ku (3) rêxistin ( li Hewlêr û Duhok û Silêmanî ) li xwe dig re .
Û Rêxistina Ewropa ewjî sê rêxistinan li xwe dig re û Rêxistina Yekîtî li Turkiyê jî .
Helbijartina Silêman Oso mîna sorpirayzekê bû , ji ber ku pêşbînî hat kirin Ebdilsemed Xelef Biro cihê Ibrahîm Biro were hilbijartin û bibe sikirtêrê Yekîtî lê endamên kongira Yekîtî biryara wan cûda bû û di kongirê (8) yê yekîtî de , Silêman Oso mîna sikirtêr helbijartin û Ebdela Ocê wek cêgirê wî li cihê Hesen Saleh diyarê kirin .
R . O
604
