Efrîn .. Şehîdên teqînê zêde dibin

Efrîn .. Şehîdên teqînê zêde dibin

Dec 17 2018

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqînên terorî bûne diyarde û navbera dem û demekê de bombeyên bombirêjkirî di nav kolanên sivîlan de tên teqandin û ziyan digihîne sivîlan.

Di çarçoveya çar rojan de sê teqînên bihêz navenda bajarê Efrînê hejand û ziyanên canî û madî di encama wan teqînan de hatin rûdan .

Duh 16/12/2018an danê nîvro dedora demjimêr 12 û çareyekê li navenda bajarê Efrînê teqînek bihêz navenda bajarê Efrînê hejand û di encam de şehîd û birîndar ketin.

Li gor agahiyên dezgeha ARKê ji bajarê Efrînê wergirtine ku teqîn li navenda bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê li Sûka Alhal çêbû piştre dengên bihêz yên fîşekan ji Dewara Kawa ya li ser riya Helebê hatin bihîstin.

Li gor dîdevanekî ji nav bûyerê ji ARKê re ragihandiye ku otombêlên hawerçûnê piştî bûyerê hatin dîdtin û brîndar û şehîd ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin .

Di encama wê teqîna terorî de hejmarek mezin ji qurbaniyan ketin û bi dehaln şehîd û birîndar hatin tomarkirin .

Piştî wê teqîna terorî ya li bazara Sûka Alhal teqînek din li taxa Vîlat çêbû li gor agahî û zanyariyan tu ziyanên canî û madî nehatin tomarkirin .

Beriya çar rojan di 13ê Berçleya 2018an teqînek li pêş nanpêjxaneya Ebû Îmad li nêzîk herdu dibistanên Rêfiyê û Fîsel Qedûra kevin çêbû di encam de welatiyê bi navê Zekî Şukrî Dêli şehîd bû û hijmarek birînda ketin û ziyanên madî hatin rûdan .

Heman teqînê Odeya Xedeb Zeytûn ew teqîn li xwe girt.

Ş.E

578