Li Efrînê du teqîn rû dan di encam de qurbanî ketin

Li Efrînê du teqîn rû dan di encam de qurbanî ketin

Dec 09 2018

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistsnê di encama du teqînan de hejmarek qurbanî ketin .
Jêderek taybet ji ARKê rê ragihand ku şeva bûrî li navenda bajarê Efrînê teqînek li nêzîkî baregeheke girûpên çekdar rû da di encam de hejmarek sivîl û çekdar birîndar bûn .
Heman jêdera taybet got ku teqîna duwem jî li ser riya Efrîn Raco hate encam dan di encama wê teqînê de ku ji ber teqîna otombîlek bumbekirî hatibû encam dan du welatiyên sivîl hatin kuştin li gel kuştina hejmarek çekdar û birîndarbûna hejmarek welatiyên sivîl .
Berya du rojan jî li Efrînê du teqîn hatin encam dan di encamê de hejmarek şekdar gatin kuştin.

Lava Abdou

387