HSDê.. Zarokeke 14 salî ji bajarê Hesekê revand

HSDê.. Zarokeke 14 salî ji bajarê Hesekê revand

Jul 14 2024

Çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger zarokek ji bajarê Heseka Rojavayê Kurdistanê revandin.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan got: Ciwanên Şoreşger zarokê bi navê Mihemed Ebêd Selîm ji taxa Guyêran ya bajarê Heseka Rojavayê Kurdistaê bi armanca leşkerkirina neçarî di nav refên HSDê de revand.

Tora navborî serbar kir ku zarokê 14 salî xelkê taxa Guyêran yê bajarê Hesekê ye.

Mlbata zarokê revandî dane zanîn ku wan seredana cih û navendên Rêveberiya PYDê kirin lê bê ku tu zaniyaran li ser zarokê xwe yê revandî zanibn

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antoniyo Gotêrêş di raporta xwe ya bi navê "Zarok û Pevçûnên Çekdar" de ku di 3ê Hezîrana 2024an de hat weşandin de got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û partiyên girêdayî wê (462) zarok li herêmên ku di bin kontrola wan de di dema derbasbûna xwe de birin leşkeriyê.


Tevî ku Mazlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan Vêrcina Gamba re, li ser bidawîkirin, leşkerkirin u tevlîbûna zarokên di bin 18 salî de û bikaranîna wan di
operasyonên leşkerî de îmze kir. Lê girtin, revandin û leşkerkirina wan berdewam dike.

177