HSDê.. Zarokeke 15 salî ji kampa Şehba ya derbiderên Efrînê revand
Çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk "HSD" zarokeke din ê ji bajarê Efrêna Rojavayê Kurdistanê revandin.
Jêdereke taybet ji ARKê re got: Ciwanên Şoreşger zaroka bi navê Leyla Henan Sîdo ji kampên Şehba bi armanca leşkerkirina neçarî di nav refên HSDê de revand.
Jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku zaroke 15 salî diya xwe bi nexweşiya dile û xelka gundê Qortiqlaq ya navçeya Bilbila Efrîna Rojavayê Kurdistanê yê û derbiderî devera Şehba bûye.
Tevî ku Mazlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan Vêrcina Gamba re, li ser bidawîkirin, leşkerkirin u tevlîbûna zarokên di bin 18 salî de û bikaranîna wan di
operasyonên leşkerî de îmze kir.
Lê girtin, revandin û leşkerkirina wan berdewam dike.
358
