
Îsrail nêzîk paytexta Sûriyî armanc kir
Jul 14 2024
Balafirên Îsrailê çend xalên leşkerî yên Rêjîma Sûrî li nêzîk Şama paytexta Sûriyê armanc kir.
Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ku Îsraîlê çend êrişên esmanî di 13 Tîrmaha 2024an li ser çend xalên leşkerî, avahiyeke milîsên Îranî li taxa Kefersusê, û xalne berevaniya esmanî li başûrê paytexta Sûriyê encam da.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rêjîma Sûriyê, di encama êrişa balafirên Îsraîlê de, “leşkerek hat kuştin û 3ê din jî birîndar bûn”.
Di 9ê Tîrmehê de, Îsraîlê êrîşên esmanî li ser xal û baregehên leşkerî yên Rêjîmê û milîsên Hizbulah pêk anîn, û di encamê de serkirdeyekî leşkerî yê Hizbulah hat kuştin.
120