Emîndariya Giştî ya ENKSê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Civiyn
Jul 14 2024
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Civîna xwe ya asayî li dar xist.
Derbarê civîna ENKSê Feysel Yusif got “Karê me ye sereke piştî girtina çalakvan û endamên ENKSê ji aliyê çekdarên PYDê ve em dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî û civaka Sûriyê.
Derbarê helwesta nêzîkbûna Turkiyê û Rêjîma Sûriyê de jî got: Civîn li ser nêzîkbûna hin welatan rawestiya, bi taybet Turkiyê û Rêjîma Sûriyê û ENKSe di wê baweriyê de ye ku bêyî cîbicîkirina biryara 2254 nêzîkbûn bê sûde ye.
Fêsel tekez kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê pabende bi biryare 2254.
174
