Turkiye di 10 rojan de 2700 penaberên Sûriyeyî dersînor kir
Turkiye di 10 rojan de 2700 penaberên Sûriyeyî dersînor kir.
Tora Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku ji destpêka Tîrmehê ve, Turkiyê (2700) penaberên sûrî yên xwedî karta parastina demkî ya bi navê "Kimlîk" dersînor kirine û ew neçar kirine ku li ser vegerê îmze bikin.
Li gorî tora Sûrî:
-650 ji Deriyê Bab El-Hawa.
- 450 ji Deriyê Girê spî.
- 600 ji Deriyê Bab El-Selame hatin dersînorkirin.
Li gorî tora navborî ku polîsên Turkiyê bi sedan penaberên Sûrî li kampên ser sînor kom dike da ku bi neçarî wan dersînor bike.
Serbar kir ku bîhtirî kesên têne dersînorkirin ji devera di bin kontrola hikumeta demkî de ye, û piraniya wan zarok û jinin.
195
