Qamişlo.. YNKS banga amadebûnê di şev bûhêrkeke helbstiyê de kir
Jul 11 2024
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya vexwendinek belav kir û tê de banga beşdariyê di şeva bûhêrkê de û nirxandina helbeste bi navê (Helbesta Nînar Nimûne) kir, ku wê ji aliyê helbestvan Ebdul Semed Mehmûd ve were pêşkêşkirin.
Li gorî vexwendinê, wê şeva bûhêrk helbestê, roja Şemiyê 13 Tîrmeha 2024an, demjimêr 7 Êvarê li navenda Yekîtiyê li taxa “Hanaz” li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê were li dar xustin.
200
