Raporta Azadiya Olî ya Emerîkî: Binpêkirinên mezin li dijî Êzîdiyan li Sûriyê tên encamdan
Emerîka raporta xwê sala 2023an ya taybet bi Azadiya Olî li Sûriyê belav kir, û tê da 33 êriş l iser misgeftan hatine encam dan, jê 31 êrş ji aliyê Rêjîma Sûrî ve û 2 jî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve.
Li gorî raportê ku hin grûpên bi piştevaniya Turkiyê kar dikin, bi binpêkirinan bi dermafê Kurdên Êzedî li bajarê Efrînê û hin deverên din rabû ne, mîna “kuştin, revandin, eşkencekirin, dest dirêja sêxî, koçberkirina bi darê zorê ji malan, leşkerkirina zarokan, dizîn, desteserkirina milkên welatiyan”.
Raportê bal kişande ser wê yekê jî “Çekdarên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê Îslam li ser zarokên Êzidî ferz kirin.
Li gorî raporta Emerîkî ku "Hijmara êzîdiyan li Sûriyê nêzî 80 hezar kes e, di heman demê de ti amarên fermî yên nûjenkirî derbarê hejmara êzdiyan li Sûriyê tune ne, lê nêzîkê 2000 êzdî hîn li Efrînê ne, lê di sala 2011an de, navbera 50-60 hezar êzdî hebûn.
Emeîka bang li Turiyê û grûpên çekdar kir ku pabendiyê bi yasayên navdewletî li deverên ku kontrol dikin bikin.
Di raportê de hat ku, "Di 17ê Tebaxê borî de, Emerîka li gorî fermana cîbicîkar ya 13894 sizayan li ser grûpa Suleyman Şah a ser bi Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê û fermandarê wê Mihemed Casim "Ebû Emşe" û birayê wî Welîd Casim, û grûpa El-Hemzat û fermandarê wê Seyf Ebû Bekir sepand.
195
