Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê bê cudayî mêvandariya sedan hezar penaberan kiriye

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê bê cudayî mêvandariya sedan hezar penaberan kiriye

Jul 10 2024

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, merasîma ragihandina rênmaya rêkxistina karûbarên penaxwazan li Herêma Kurdistanê hat lidarxistinو û tê de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî cudahiya olî, nijadî û neteweyî, mvandariya bi sedhezaran penaxwaz û penaberên ji welatên cîran û her weha kesên koçberên ji Iraqê kiriye.

Herwaha got: “Îro jî Herêma Kurdistanê berdewam e di parastina bi sedhezaran koçber û penaberan de, ku ji ber tirs û nebûna ewlekarî û aramiya navçeyên xwe reviyane Herêma Kurdistanê. Mixabin rewşa welat û herêmên wan hîna venegeriyaye rewşa asayî, ta ku ew vegerin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi wê wê kir, “Bêguman, ti kes hez nake ku di koçberiyê de bijî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim li gel wê yekê ye ku hemû penaber bi awayekî xwebexş vegerin, bi rêya asayîkirina rewşa navçeyên wan, da ku bi serbilindî vegerin malên xwe.

Bas News

212