Emerîka bang li Turkiyê kir ku hevrêzkariyê li gel Herêma Kurdistanê û Îraqê bike

Emerîka bang li Turkiyê kir ku hevrêzkariyê li gel Herêma Kurdistanê û Îraqê bike

Jul 09 2024

Emerîka bang li Turkiyê kir ku derbarê opresiyona leşkerî ya li dijî PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê de hevrêzkariyê li gel Herêma Kurdistanê û Îraqê bike.

Di kongireke rojnamevanî de “Matthew Miller” berdevkê wezareta derva ye Emerîkî ragihand ku “Derbarê êrişên vê dawîyê yên ku li dijî rêxistina PKKê li ser sînorê Herêma Kurdistanê tê encamdan, daxwaz ji Turkiyê kiriye ku hevrêzkariyê li gel Kurdistan û Îraqê bike.”

Serbar kir ku têgihiştina welatê wî ji metirsiya berdwam ya rêxistina PKKê li sînorê navbera Herêma Kurdistanl û Turkiyê zelal e.

174