Heleb.. Di bûyereke trafîkê de zêdetirî 21 qurbanî ketin Dezgeha
Jun 29 2024
Dezgeha Berevaniya Sivîl a Sûriyê " piştrast kir ku zêdetirî 20 kes bûne qurbaniyên bûyereke trafîkê li gundewarê bakurê Helebê.
Berevaniya sivîl ragihand, ku îro Şemiyê 29ê Hezîrana 2024an, bûyereke hatûçûnê li ser rêya Marih – Sindif li gundewarê bakurê Helebê rû da û di encama wê bûyerê de 21 welatiyên sivîl di nav wan de jin û zarok jî hene birîndar bûn.
Li gor jêderên medyayî, piraniya qurbaniyên bûyera hatûçûnê ji yek malbatê bûn û birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
244
