Hijmara şehîdên EFRÎNÊ eşkere dibe

Hijmara şehîdên EFRÎNÊ eşkere dibe

Nov 28 2018

ARK NEWS .. Tu carî ne di bîr û baweriya efrîniyan de bû ku herêma wan ya geştûguzarî, rengîn,û bedew bibe qadek ji şerekî qirêj û gemar, şerek navbera yek bi hêztirîn artêş di Hevpeymaniya Nato de û kesên ku berxwedan idî'a kirin ku ew şer di encama siyasetên şaş yên PKKê û PYDê li Efrînê bûn.

Xwediyên berxwedana Efrînê di çarçoveya 58 rojan de bi hezaran ji kur û kecên Çiyayê Kurmênc û hin deverên din kirin qurbanîya balafrên Turkyê û topên wê .

Di heman demê de serkirde bi cil û otombêlên sivîlan berê xwe dan Kobanê û Cizîrê û derdora Helebê û hiştin ku kesên neçar di YPGê de di çol û baniyan û deşt û newal û çiyayên Efrînî de bimînin da ku bi çekên kilaşinkof berevaniya xwe ji êrîşên esmanî û bejayî bikin ku bi hezaran bûne qurbanî û şehîd bûn .

Şirovekarê siyasî û şopînerê rewşa Kurdistana Sûriyê Menal Hisko di gotareke xwe ku li ser malpera ARK NEWS li jêr navê cînosayd li bin navê parestina rûmetê belav kiriye tê de hejmara şehîdên Efrînê dide xuyakirin û dibêje .

Ji destpêka şoreşa Sûriyê û hatina girûpên Qendîlê bi rêkeftin bi Turkyê Iraqê Îranê Sûriyê re da ku bervaniya rêjîmê li Şamê û parastina ewlehiya netewa Turkiyê bikin , ji wê demê ve slogana em rûmeta we diparêzn radikin .

Hisko behsa hijmara şehîdên şerê Efrînê dike û dibêje ku hemûwan dizanî encamên şerê Efrînê derdane ango xisarete û li jêr navê parastina rûmetê zêder ji 7000 şehîd li Efrînê kirin qûrbanî.

Beriya demkê di 5/9/2018 emîdê ji QSDê cûdabûy Husam Eldîn Ele'wak di dema beşdariyê di bernameyekê ARKê ragihandibû ku” 7000 hezar şehîd bûne qurbaniya şerê Efrînê ku derdora 6000 hezar şehîd ji wan xelkê Efrînê ne 4000 hezar ji kuran ne û 2000 ji keçan e .

PYDê ta niha wê hijmarê eşkere nake da ku derdana xwe nede xuyakirin û danpêdanê bi şandina wan ji bo şewatê neke”

Derbarê şhîdên sivîl Rewangeha Sûriyê ya mavê mirovan ragihandibû ku derdora 400 svîlî di encama şerê Efrînê de şehîd bûne û bi sedan birîndar bûne û jêrxaneya gund û navçe û taxên bajêr hatine têkbirin .

Herweha bi dehan ji welatiyên sivîl bûne qurbaniya teqîna mayînan ku di dema PYDê ji her gundekî derdiket di nav zevî û malên sivîlan de mayîn diçandin û dema xelk vedigerîn malên xwe dibûn qurbaniya wan mayînan .

Ta niha Partiya Yekîtya Demoqratîk PYDê tu daxuyaniyên fermî derbarê hijmara şehîdên şerê Efrînê dernexistiye û tu lîborîn ji xelkê Efrînê nexwestiye bi tenê Aldar Xelîl di bernameyek televizyonî de ragihandibû ku şehîdên Efrînê zêdetrî 1500 kesîne .

Bi hezaran dayîkên wan şehîdên dilorînin û hêstiran dibarînin bi hêviya hatina kurê xwe ne ji ber ku hîn ew nav nehatine raghandin û herdem di wê êş û azarê de ne , lê dema navê wan bi fermî werin raghandin herî kêm ew dayîk dê hêstran ser şehîdbûna kurên xwe di şerekî biryarên welatên bi hêz bibarînin û li benda hatina wan ta dawîya jiyanê namînin .

Ş.E

578