Jineke Kurd di rêya ARKê re banga diyarkirina çarenivîsa hevjînê xwe kir
ARK NEWS... Welatiyekî Kurd xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji beriya heft salan ve windayî ye, û hevjîna wî bangek di rêya ARKê re şand da ku çarenivîsa hevjînê wê were naskirin.
Hevjîna welatiyê bi navê Umran Mihemed Emîn Umer ji ARKê re ragihand ku ji 22ê Çileya 2013an ve, hevjînê wê li Şama paytext winda bûye, û tu agahî û zaniyarî li ser tune ne.
Jina Kurd tekez kir ku hevjînê wê tu peywendiya xwe bi partiyan re tune bû, bi tenê karker bû, û rewşa wan ya abûrî gele xerab bû, û tevî hewlên berdewam ji bo zanîna çarenivîsa wî lê bê sûd bû.
Jina Kurd bang li her aliyeke peywendîdar kir ku çarenivîsa wî diyar bikin.
Ş.E
416
