PDK-Sê yaneya Amûdê xelat kir

PDK-Sê yaneya Amûdê xelat kir

Feb 17 2020

ARK NEWS... Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, roja Şemiyê 15ê Sibata 2020î, tîma jinên Amûdê ya Fotbûlê xelat kir.

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Dr. Lezgîn Fexrî , serdana tîma jinên Amûdê kir, û bi boneya bidestveanîna pileya yekê li ser asta Sûriyê ew tîma fotbolê ya jinên Kurd xelat kir.

Xelatên endamê serkirdayetiya Partiyê pêşkêşî tîma jinên Amûdê kirbû, madî û me'newî jî bûn.

Ji aliyê xwe ve jî tîma jinên Amûdê ya fotbolê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya spas kir.

463