Çekdarên Emşat 4 milyon dolarên Emerîkî li ser kurdên Efrînê sepandine

Çekdarên Emşat 4 milyon dolarên Emerîkî li ser kurdên Efrînê sepandine

Nov 27 2023

Buhabûna nirxê zeytê, ku her tenekeyek 16 lîtrî, gihiştiye zêdetirî 90 dolarên Emerîkî, hêviyek li ba cotkarên kurd li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, cêkir, ku bikarbin derdan û ziyana ku rastî hatine qerebo bikin, lê belê komên çekdar jî rêjeya bacên xwe bilindtir kirin.

Li deverên di bin destê Elemşat de li navçeya Şiyê û mabeta û hin gundên bi ser ve, 20 dolarên Emerîkî li ser her darekê ku xwedî pebaner in, hatiye sepandin, yên koçberkirî li kampên Şehbayê bi temamî hatine desteserkirin, ew jî bi tometa ku alîgirên PYDê ne, hejmara wan darên desteserkirî 275 hezar dar in, û her yek li gundê xwe maye, dolarek li ser her darekî wî hatiye sepandin û rêjeya 5 li sedî jê berhemê zeytê li guvajgehan hatiye sepandin.

Bi wê yekê îsal tenê çekdarên Sultan Silêman Şah ku bi Emşat navdar e, zêdetirî 4 milyon dolarên Emerîkî li ser du navçeyan sepandine

Navenda navçeya Şiyê milyonek û 100 hezar dolarên Emerîkî koma bacan û buhayê rêjeya zeytê ji guvahgehan hatiye sepandin û standin
700 hezar dolarên Emerîkî li ser gundê Senarê
700 hezar dolarên Emerîkî li ser gundên Çeqela ku 3 gund in, Jêrîn, Jorîn û Ortê
600 hezar li ser gundê Anqelê
500 hezar li ser navenda navçeya Mabeta
300 hezar li ser gundê Hisê
300 hezar li ser gundê Hêkêçê
200 hezar li ser gundê Aşka Rojhilat
20 hezar dolarên li ser gundê Xelîl
16 hezar dolarên Emerîkî li ser gundê Alkana

Ev amar ji bilî hejmarek gundên din yên ku di bin destê Emşat de ne, ku ji bilî wan deveran li gund û navçeyên din yên di bin destê Hezat, Şerqiyê, Qeyleq Elşam, û bi dehan girûpên din heman bac li ser kurdan têne sepandin.

Di 23yê Mijdarê de Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê civînek li dar xist tê de biryar de ku li deverên di bin destê wê de ku Efrîn û gundewarê wê jî di nav de ne, dadperwerî were bicîkirin, û encamder û pêkînerên tawan û binpêkirinan, werin sizedan û dadgehkirin, her weha dawî li sepandina bacan were bi tenê di rêya wezareta darayî ya bi ser hikûmeta demkî de be, ta niha çavên şêniyên kurd li bicîkirina van biryaran in.

165