Serok Barzanî û nûnera sekreterê Neteweyên Yekbûyî: Em ji ber rewşa Iraqê dilgiran in

Serok Barzanî û nûnera sekreterê Neteweyên Yekbûyî: Em ji ber rewşa Iraqê dilgiran in

Feb 24 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanim Cinîn Bilasxart nûnera taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û hengavên dawî ya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û gef û metirsiyên li ber piroseya siyasiya Iraqê nirxandin û herdu aliyan dilgiraniya xwe ya kûrtirbûna qeyrana siyasî ya Iraqê ragihandin.

Her di civînê de, di derbarê eger û çareseriyên ji bo derbaskirina qeyrana siyasî û rasterêkirina piroseya siyasiya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser rola Neteweyên Yekbûyî ya ji bo alîkariya piroseya siyasî ya Iraqê kirin.

490