Serok Barzanî û Serokmarê Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kir

Serok Barzanî û Serokmarê Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kir

Feb 06 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî û Berhem Salih îro Pêncşemê 6.2.2020 li Hewlêrê civiyan, û di wê civînê de herdu aliyan rewşa Iraqê gotûbêj kir.

Di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên herî dawî yên li Iraqê, piroseya pêkanîna hikûmetê û raspartina serokwezîrê nû yê Iraqê, û herwiha pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Herdu aliyan herwiha derbarê rêçareyên derketina Iraqê ji qeyranan û vegerandina seqamgîrî û cîbicîkirina daxwazên xwepêşanderan de jî gotûbêj kirin.

459