
Domîz.. Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya çilrojiya helbestvan û nivîskar Mûsa Zaxoranî li dar dixe
Jan 25 2024
Nûneretiya Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya vexwendinek ji bo beşdarbûna merasima çilrojiya nivîskar û helbestvanê Kurd Mûsa Zaxûranî belav kir.
Li gor karta vexwendinê, merasima çilrojiya nemir Mûsa Zaxûranî,
roja şemiyê 27ê Çileya 2024an, li hola Soz ya konferansan li kempa Domîz a bajarê Dihokê, saet şeş û nîvê êvarê tê lidarxistin.
297