Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên Pêşmergeyan re xwest

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên Pêşmergeyan re xwest

May 01 2021

ARK NEWS... Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir tê de serxweşiyê li malbata her sê Pêşmergeyên şehîd ketine kir û hêviya tendirustiyê ji bo birîndaran xwest.

Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de got: Şeva derbasbûyî, terorîstên Da’îş li eniya Rojavayê Kerkûkê êrîş li ser sengerên Pêşmerge nêzîkî bajaroka Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê kir, di encamê de sê Pêşmerge şehîd bûn.

Serok Nêçîrvan da zanîn: Me çendîn car Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî Da’îş ji metirsiya bihêzbûna Da’îş û sûdwergirtina li valahiyên ewlehî li navçeyên nakokî li ser agahdar kiriye.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Parlemen û Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya dijî Da’îş kir ku, li navçeyên nakokî li ser heye, bilez kar li ser dirustkirina hêza hevbeş di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de bikin, ji ber ku metirsiyeke gelek mezin e li ser Herêma Kurdistan û hemû êraqê û gefe li ser asayîşa hemû navçeyê û cîhanê.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Nêçîvan Barzanî ragihand: Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyek amade ye.

Ş.E


538