Erebên li Efrînê bi cî bûne darên bitemen birîn
Aug 18 2022
ARK NEWS… Li gundekî herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, erebên ku bi cî bûne darên bitemen birîn, li gorî ji me re îro 18ê Tebaxa 2022yan hatiye ragihandin ku hejmara daran 20 dar in.
Jêdereke agahdar ji ARKê re da zanîn: li gundê Turindê, ereban 20 darên zaytûnan yên bitemen ji kok ve birîn.
Jêderên ARKê ji Efrînê tekez dikin ku komên çekdar û erebên bi cî bûne bi berdewamî daran dibirin da ku bazirganiyê pê bikin û weke êzing bifroşin.
Rêxistina mafê mirovan li Efrînê di dawîn rapot derbarê birîna daran de tekez kiribû ku bêtir ji yek melyon dar hatine birîn û şewitandin.
Ş.E
1267
