Serok Barzanî: Bi tundî êrîşa terorîstî ya Moskowê şermezar dikim
Mar 23 2024
Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşa şeva borî ya li paytexta Rûsyayê Moskowê pêkhat de daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.
Serok Mesûd Barzanî di tora xwe ya civakî X de ragehand: ‘’Pir bi tundî êrîşa terorîstî ya şeva borî li bajarê Moskowê şermezar dikim ku di êrîşê de hemwelatiyên sivîl û bêtewan bûn armanc.’’
Serok Barzanî diyar kir: ‘’Serxweşiyê li malbat û kesûkar û merivên qurbaniyên karesatê dikim û em xwe wek şirîkê xemên gel û hikûmeta Rûsyayê dizanin.’’
58