Lêkolîner Yûnês Şêx Nasan yekem pirtûka xwe çap kir

Lêkolîner Yûnês Şêx Nasan yekem pirtûka xwe çap kir

Sep 18 2021

ARK NEWS... Piştî çend salan ji lêkolîn û lêpirsînê, nivîskar û lêkolînerekî kurd yekem pirtûka xwe çap kir.

Lêkolînerê kurd Yûnis Şêx Nasan pirtûka xwe ya bi navê Pirzimanî û veguhastina di navbera Zimanan de li weşanxaneya Sersera li Elmaniyayê çap kir û li pirtûxaneya Şana ya li Elmaniyayê têne dêtin.

Lêkolîn bi zimanê kurdî hatiye belavkirin, û li ser pirzimanî di navbera zimanê kurdî, erebî û ingilîzî de ye, ji bêtir ji 100 rûpelî pêk tê.

Ji bilî pirtûka bi zimanê kurdî, heman lêkolîn bi zimanê ingilîzî jî amede kiriye, lê hîn jî nehatiye çapkirin.

Nivîskar û lêkolîner Yûnis, ji şêniyên bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, mamosteyê herdu zimanên kurdî û ingilîzî ye, derçûyê zanîngeha Helebê beşê zimanê ingilîzî ye, asta yekem ji Macistêr bi dawî kiriye, lê ji ber ku nameya Macistêr berewerdiya dengsaziyê navbera kurdî û ingilîzî de bû, rêjêma Sûriyê nameye wî red kir û nepejrand.

Ji bilî pirtûka çapkirî, xwedî bi dehan berheman e, di warê zimên, çîrok, pend û helbestên kurdî de, lê ji ber rewşê, ew berhemên din nehatine çapkirin, û biryar e di demeke bê de pirtûkeke din çap bike.

Ş.E


624