Efrîn .. Çekdaran endamekî ENKSê cardin revand

Efrîn .. Çekdaran endamekî ENKSê cardin revand

Apr 04 2019

ARK NEWS .. Piştî ku serbest hat berdan, cardin girûpên çekdar endamekî Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê revand, û berê wî dan cihekî nediyar.

Jêderên xwecihî ji nav bajarê Efrînê ragihandin, ku girûpên çekdar, duh 31/3/2019an, cardin Mihemed Elî Rida, endamê ENKSê li gundê Kefir Delê yê ser bi navçaya Cindirêsê revand .

Mihemed Elî Rida, di 31ê Adara 2019an, di heman roja revandina serkirde Husên Ibîş hatibû revandin, piştî wê bi rojekê serbest hatibû berdan, lê careke din duh hat revandin, û ta niha tu agahî û zaniyarî li ser herdu navbûrî tune ne .

Ş.E

739