Baregeha Barzanî: Mihemed Mela Îsa temenê xwe bo xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê terxan kiribû

Baregeha Barzanî: Mihemed Mela Îsa temenê xwe bo xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê terxan kiribû

May 03 2023

ARK NEWS... Baregeha Barzanî 2ê Gulana 2023yan de peyameke sersaxiyê bi koçadawiya xebatkar Mihemed Mela Îsa belav kir tê de got ku "Temenê xwe ji bo xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê terxan kiribû". Naveroka nameyê weha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemekî mezin me nûçeya koça dawî ya kadirê dêrînê Partiya Demokrata Kurdistan - Suriye (Mihemed Mela Îs) naskirî bi (Keko) bihîst. Xwedê jêrazî Mihemed Mela Îs kesayetiyekî niştimanperwer bû ku temenê xwe ji bo xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê terxan kiribû.

Sersaxiyê li malbat û kesukar û nasên Mihemed Mela Îs û kadîr û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan - Suriye dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn ruh û giyanê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Baregeha Barzanî
2ê Gulana 2023ج

238