Kobanî.. Krîza sotemeniyê li bajarê Kobanî yê R. Kurdistanê berdewam e

Kobanî.. Krîza sotemeniyê li bajarê Kobanî yê R. Kurdistanê berdewam e

Jan 20 2024

Vîdyoyên bajarê Kobanî yê R. Kurdistanê, ku ketine destê Ark News, nîşan didin ku bi dehan otomobîl li ber benzînxaneyên bajarê Kobanî li ser sirê rawestiyan.

Jêderên taybet ji ARK Newsê re ragihandin ku benzînxaneyên bajêr rastî qerebalixiyeke dijwar tê, û niştecih ji berdewamiya kirîza ku bandor li veguhestin û karên bazirganî û pîşesazî kiriye nerazî ne.

Rêvebiriya PYDê di Îlona borî de nirxê lîtreyek mazota veguhestin û pîşesazî ji 525 bo 2050 lîreyên sûrî, û nirxê mazota azad ji 1700 lîreyên sûrî bo 4100 lîreyên sûrî bilind kir û li bazara reş bi nêzîkî 5 000 lîreyên sûrî tê firotin.
Bajarên R. Kurdistanê û bajarên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de tûşî kirîza sotemeniyê bûne ku bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

210