Dadgeheke emerîkî size li ser rêjîma Esed sepand

Dadgeheke emerîkî size li ser rêjîma Esed sepand

Feb 02 2019

ARK NEWS .. Dadgeha fîdralî li kantona Kolombiya ya emerîkî sizeyek li ser rêjîma Esed bi kuştina rojnamevana bi navê Marî Golvîn sepand, û divê rêjîma Sûriyê qerebo bi bihaneya 3.2 melyon dolar bibe, serbarî têçûna veguhestina cenazeya wê ku bi 11.8 hezar dolar hatiye destnîşankirin.

Rojnamevan Golvîn bi wênegir Rêmî Oşlîk yê firansî re, di Sibata salal 2012an de, li bajarê Humsê yê Sûriyê ji aliyê rêjîmê ve hatibûn kuştin.

Mafnas û parêzerên Sûriyê ew biryar bi geşbînî dît, û wek serkeftinek, ji dad, rastiyê, û rojnamevanên Sûriyê yên ku bi destê rêjîmê hatine kuştin bi nav kir.

Rêveberê Tora Sûrî ya Mafê Mirovan li ser rûpele xwe ya fermî got: Ku biryara dadgeha emerîkî li dijî rêjîma kujer bi du aliyan de tê têgihiştin, yekem qerebûkirina darayî ye, duyem tometkirina rêjêmê bi armanckirina bi mebest ji rojnamevan re, da ku dengê wan tune bike, herwiha serkeftineke ji qurbaniyên rojnamegeriyê li dijî rêjîma kîmawî re ye .
Ji aliyê xwe ve, rojnameya Gerdiyan li ser zarê wênegir Bol Kornî yê birêtanî, ku bi Golvîn re bûyerên kirîza Sûriyê li Humsê romal dikrin, da zanîn ku ew yek ji rojên baş ji dad û rastiyê re ne, û di Sûriyê de rojane rojnamevan têne kuştin .

Ji bilî wê yekê, li Elmaniya û Firansa doseyên dadweriyê li dijî rêjîma Esed bi tometa pêkanîna tawanên cengî rakirin ji wan Elî Melmlûk serokê Nivîsgeha Ewlekariya Niştîmanî, û Cemîl Hesen Serokê Rêveberiya Sêxoriya Esmanî, û hin navin din hatin destnîşankirin .

Ji despêka şerê Sûriyê bi sedan ji rojnamevên biyanî û xwecihî ji aliyê aliyên şerker ve hatin kuştin, piraniya wan bi destê rêjîmê bû .

Ş.E
.

498