Binpêkirin li Efrînê berdewam in

Binpêkirin li Efrînê berdewam in

Dec 17 2018

ARK NEWS .. Piştî girûpa çekdar ya bi navê Sultan Usman li gundê Qestel Xidriya ya navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê Ehmed Bekir endamê Encûmena Xwecihî ya navçeya Bilblê binçav û eşkence kir careke din girûpa çekdar dest bi binpêkirinên xwe derheqê welatiyan de kirin .

Li gor jêderên xwecihî û rêxistina mavê mirovan ji Efrînê ragihandine ku çekdarekî ji ketîbeya Alfetih mala welatiyekî Efrînê mala D.R Ednan Mile li ser riya Maratê şewitand ku bi tenê ji ber ew mala desteser kiribû û careke din ji wê malê hatibû derxistin lewma bi wê karê rabû û kelûpelên nav mal şewitandin .

Di 7 meha 12 /2018 heman rêxistna mavê mirovan li Efrînê ragihandiye ku girûpên çekdar bi helmeteke girtin û binçavkirnê li gundê Kefircenê rabûne
Li gor heman jêderê ku bihaneya wan girûpan ew e ku ew ciwan alîgrên PYDê ne.

Di 15/11/2018 dema welatiyekî ji xelkê Sînka berê xwe dida gundê xwe ji aliyê berbirsên hikûmeta Sûriya demkê ve li ser sînorê Efrînê hate girtin bi tenê ji ber ku nexeşeya Kurdistanê li ser canê xwe şêwe kirbû û ji bo salakê hate dadegehkirin herwiha welatiyê bi navê Zuhêr Mihemed heft heyvin hatiye girtin û ta niha nehatiye dadgehkirin .

Di dawiya daxuyaniya xwe de rêxistina mavê mirovan da zanîn ku derdora 500 dose li dadgeha bajarê Ezazê de heye ku xwedanên wan bi tometa endamtiya PYDê ew dose hatine vekirin û piraniya wan ji salekê ta sal û nêvekê hatin dadgehkirin ku heman dadgeh kesên endamtiya DAIŞê bi tenê şeş heyvan dadgeh dikin .

Ş.E


799