5 hilgirên koronayê li Sulêmaniyê çê bûn

5 hilgirên koronayê li Sulêmaniyê çê bûn

Mar 17 2020

ARK NEWS... Jêderên fermî li Herêma Kurdistanê duh 15ê Adara 2020î, ragihandin ku pênc ji hilgirên veyrosa Koronayê çê bûn.

Li gor Jêderên fermî li Herêma Kurdistanê ku 5 ji welatiyên ku tûşî koronayê bûbûn, piştî ku ketin di bin çavdêriya tendirustî de, ji vayrosê rizgar bûn.

Li Herêma Kurdistanê 38 kes hilgirê vayrosê ne. Herêma Kurdistanê tundtirîn rêkar û tedbîrên rêgirîkirina belavbûna vayrosê standine.

yek ji wan rêkaran ragihandina qedexekirina hatûçûnê li herdu parêzgehên Hewlêr û Sulêmaniyê.

Ş.E

450