Encûmena Xwecihî ya Efrînê careke din vegeriya karê xwe

Encûmena Xwecihî ya Efrînê careke din vegeriya karê xwe

Aug 04 2018

ARK.NEWS.. Piştî rawestandina Encûmena Xwecihî ya navenda Efrînê ji karê xwe re û cîbicîkirina aliyên berpirsiyar ji mercên wê re careke din Encûmen vegeriya ser karê xwe.

Jêdereke taybet ji nava bajarê Efrînê ji ARKê re ragihand roja Pêncşemê 2/8/2018 carek din endam û karmendên Encûmena Xwecihî ya navend û xwebexşên nivîsgehên hawarçûnê vegeriyan ser karê xwe û berdewamî di pêşkêşkirina xizmetguzariyê û birêvebirina karûbarên welatiyan de kirin ku ew veger piştî rojekê ji rawestandina kar nexasim pêkanîn û cîbicîkirina perpirsên Turkiyê ji mercên Encûmenê ji dûrxistina çekdaran ji karê Encûmenê re hat kirin .

Li gor agahiyên ARKê ku mercên Encûmenê ji vegera kar re eve bûn odeya ewlehiyê ji avahiya Encûmenê were rakirin ji ber avahiya encûmena şaredaiyê ye ne encûmenek leşkerî ye duyem qedexe hatina polîsa leşkerî ji navendê re û bi tenê polîsa sivîlan bi karê xwe di nvendê de rabe.

Heman jêderê da xuya kirin ku endamên encûmenê piştî derxistina çekdarên sêxoriyê û çekdarên ewlehiyê ji navenda encûmenê vegeriyan ser karê xwe.

Di 1ê mehê de desteya arkana giştî ya çekdarên artêşa niştîmanî ya ser bi hikûmeta Sûriya ya demkî ve daxuyaniyek belav kiribû têde qedexeya diyrdeya çekan di nav deverên di bin destê wê yên li Bakûr û Rojhelatê Helebê herwiha herêma Efrînê ragihan dibû û derxistina baregehên leşkerî ji bo derveyî bajêr û rêveberiya wan bajaran têkeve destê polîs û ewlekariya giştî de di daxuyaniyê de hatibû lê ta niha ew biryar ne ketiye warê cîbicîkirinê de .

620