Kobanê... ji salek û 4 mehan ve zarokek ji aliyê PKKê ve revandî ye

Kobanê... ji salek û 4 mehan ve zarokek ji aliyê PKKê ve revandî ye

May 08 2021

ARK NEWS... Ji beriya salek û 4 mehan ve, zarokekî kurd ji aliyê çekdarên ciwanên şoreşger yên ser bi PKKê ve hatiye revandin, û ta niha jî malbat tu ahagiyan li ser nizanin.

Îmad Mihemed Osman, dema hatiye revandin bi tenê 14 salî bû, ji beriya salek û 4 mehan ve ji bajarê Kobanê hatiye revandin.

Bavê Îmad ji ARKê re got ku berpirsên PYDê dibêjin ku tu têkilî û peywendiya wan bi Ciwanên Şoreşger re tune ye.

Bavê Îmad di rêya ARKê re banga vegerandina kurê xwe ji Mezlûm Kobanê fermadarê QSDê kir.

Ş.E

420