Turkiyê careke din bi topan gundewarê Minbic armanc kir
Jan 18 2024
Hêzên Turkiyê û girûpên çekdar yên bi ser Opozisyona Sûriyê bi topxaneya xwe ya giran gundewarê Minbicê topbaran kirin, û ziyanên madî rû dan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku careke din Turkiyê û girûpên çekdar bi topan her yek ji gundê Qirtwîran, Elkawkilî, Elboxaz, Til Torîn, Elseyada, Elyalinlî, Elcat, û Toxara biçûk li gundewarê Minbicê armanc kirin bê ku ziyanên êrîşê werne zanîn.
Rewangehê da zanîn ku dih jî hêzên gundê Pira Elşehba li gundewarê Til Rif`etê li bakurê Helebê armanc kir û di encamê de sivîlek birîndar bû.
69